TR KU SO
FB X
Cîhan

Rubio: Em bi tu awayî rê nadin Îran bibe xwedî çekên atomî

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2026 18:00

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku Washington bi ti awayî rê nade Îran bibe xwediyê çekên atomî û diyar kir, Serokê Amerîkayê dosyeya Îranê ji nêz ve dişopîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di çarçoveya beşdariya xwe ya di Konferansa CPACê de, ku mezintirîn kombûna salane ya muhafezekar û komarîxwazan e li Amerîkayê, ragihand: "Donald Trump çavên xwe ji dosyeya Îranê negirtiye."

Rubio bal kişand ser helwesta tund a Washingtonê û got: "Serok Trump rûbirûyî Tehranê bûye, ji ber ku armanca wî welatî jinavbirina Amerîkayê û şêwaza jiyana wê ye. Em bi ti awayî qebûl nakin ku desthilateke tundrew bibe xwediyê çekên komkuj."

Parve bike: