TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûhanî: Amerîka dixwaze rejîmê biguhêre

Admin M
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2018 21:14

PeyamaKurd- Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku hedefa Amerîka li Îranê ya nîhaî ew e ku rejîma Îranê biguhêre. Rûhanî Amerîkayê bi meşandina şerê aborî û psîkolojîk sûcdar kir.

Rûhanî ragihandina xwe di Zankoya Tehranê de, bi sedema destpêka sala nû ya perwerdê de kir. Rûhanî got ku hukumeta Trump heya niha dijminahiyeka wisa bi Îranê re dike ku heya niha nehatiye dîtin. Rûhanî weha dewam kir:

“ Di dewrên berê de eger yek dijminahiyê bikira hukumeta dinê rêyeka orte dimeşand. Kesên ku niha Amerîkayê îdare dikin, tiştên wisa dikin ku di dîrokê de nehatiye dîtin û hemû di dijminahiya me de bûne yek.”

Ev jî nîşaneya tengavbûna Îranê ye ku dorpêçên Amerîkayê zorê daye wan.

Parve bike: