Cîhan
Ruhanî: Amerîka hat dorpêçkirin!
PeyamaKurd: Serokê komara îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku di mijara dorpêçkirina Tehranê de Amerîka hatiye dorpêçkirin.
Rûhanî li Tehranê piştî civîna ku bi qanûnçêkeran, rêvebirî û dadgeyî re çêkir, di derbarê dorpêçkirina Tehranê de beyan da çapemeniyê. Rûhanî got:
“Îro Amerîka di derbarê dorpêçkirina Îranê de, ji her wextî bêhtir hat îzolekirin. Kiryarên Amerîka yên neqanûnî, ji aliyê hevkarên wî de jî nehat qebûlkirin.”
Di mijara dorpêçên ser Îranê de Çîn, Rûsya û welatên Awrûpa kiryarên Amerîkayê yên ser Tehranê qebûl nakin.