TR KU SO
FB X
Cîhan

Ruhanî: Bi dûva sêr neleyîzê, tu yê posman bibî

Admin M
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2018 21:19

PeyamaKurd- Serokê îranê Hesen Rûhanî heya niha bo Amerîka ya ku ambargo daniye ser Îranê gotinên ku negotiye got û Amerîkayê bi tundî xiste hedefa xwe. Rûhanî bo Trump got:

“Bi dûva şêr neleyîze tu yê poşman bibî.”

Rûhanî di civîna balyozên Îranê yên ku li derve wezîfedarin axifî û got ku dê mutlaqa Amerîkayê mexlûb bikin û bo muzakereya Îranê bi Amerîka re got:

“Birêz Trump, di dîrokê de, daîma em bûn ewlehiya rêyên avê. Bi dûvê şêr neleyîze, tu yê poşman bibî. Du rê li ber me hene; em ê di ber xwe bidin an jî teslîm bibin. Rûniştina ser maseya Amerîkayê bo muzakereyan tê vateya teslîmbûnê. ”

Rûhanî behsa firotina petrolê kir ku Amerîka dixwaze nehêle Îran petrolê bifroşe û weha dewam kir:

“Eger Îran petrolê nefroşe wê ti kes nefroşe. Ew difkirin ku em ê Hurmizê bigrin lê gelek rêyên me yên din hene. Girtina Hurmizê rêya herî hêsane. Gelek buhirên me hene ku em kontrol dikin.”

Rûhanî got ku Amerîka dixwaze xelkê me ji me aciz bibe û dê Amerîka nikaribe xelkê li dijî me rake ser piya û wê xelkê Îranê nebe berdestê ti kesî. Rûhanî got ku ew dixwazin bi cîranan re pêwendiyên baş deynin û di şertên nû de dixwazin ku bi Erebistana Si’ûdî, Bahreyn û Emaratan re têkiliyên xwe baş bikin.

Parve bike: