Rûhanî bi tundî bersiva tehdîda Trump da
PeyamaKurd- Serokê dewleta Îranê Hesen Rûhanî li ser tehdîda serokê Amerîkayê Trump ku got “wê li 52 noqteyên Îranê bixin,”bersivekî da û got: “Îranê tehdîd nekin.”
Rûhanî di ser hesabê xwe twitterê de behsa bûyera sala 3 yê temmuz a 1988an kir ku balafira jimara seferê ya IR 655ê kir ku ji Bender Abadê diçû Dubaiyê, ji aliyê hêzên deryayî yên Amerîka de hatibû xistin û tê de 290 kes miribûn, bibîr xist û bertekê nîşan da. Rûhanî her weha behsa gotinên Trump kir ku di sala 1979an de li Tehranê 52 rehîneyên sefareta Amerîkî bi 444 rojan esîr kiribûn û jimara 52 weka 52 hedefên Îranê ku dê Amerîka lê bide nîşan da û weha got:
“Kesên ku behsa jimara 52 yan dikin li ser jimara 290an bifikirin dê baştir be. Ti carê miletê mezin yê Îranê tehdîd nekin.”
Niha dinya meraq dike bê wê di navbera Îran û Amerîkayê de şerekî çêbibe an na. Amerîka du beyanan da. Berdevka Koşka Sipî Kellyanne Conway ragihand ku Trump hêjî bo muzakereyên bi Îranê re di mijara nukleerî de bawere. Conway got ku Trump negotiyê wê hedefên Îranê yên kulturî bixe armanc. Tenê pirsî.