Cîhan
Rûhanî: Emê qedexeyan di 3 qonaxan de sist bikin
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ew dê qedexeyên bo bergiriya vîrusa koronayê di 3 qonaxan de sist bikin.
Rûhanî got, ewê ji roja Şemîyê pê ve ji bo kompanîyên kar yên rîska pêketina vîrusa korona bi wan re kêm e destûra xebatê bidin.
Serokomarê Îranê da zanîn ku ji bo kompanîyên kar yên din ku bi wan re rîska belavkirina vîrusa korona heye dê qedexe bidomin.
Li gorî ragihandina îro 8ê Nîsanê ya Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanûş Cehanpûr, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 121 kes mirine û 1997 kesên nû bi koronayê ketine ku hejmara giştî gihîştiye 64 hezar û 586 kesan.
Bi giştî li seranser Îranê heta niha li gorî amarên fermî 3 hezar û 993 kesan can daye û 29 hezar û 812 kes jî baş bûne.