TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya, 25 hemwelatiyên xwe ji Kazakistanê bir

Admin M
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2022 03:02

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku wan 25 hemwelatiyên xwe bi balafira leşkerî ya neqliyê ji Kazakistanê birine Rûsyayê. Her 25 geştiyarên Rûsyayê, bi sedema tatîlê li Almatayê bûn.

Her 25 hemwelatî ji ber ku balafirgeha Almatayê hat girtin, seredana dewleta xwe kirin û Rûsya wan tehliye kir.

Parve bike: