TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: 3 xalên kontrolê bo veguheztina sivîlên Idlibê hatin danîn

Admin H
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2020 20:39

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku ji bo tehlîyekirina sivîlên Idlibê 3 xalên nû yên kontrolê hatine danîn.

Li gorî nûçeya Interfax a rûsî, wezaretê ragihandiye ku ji bo sivîlên Idlibê ji ber şerê heyî werin tehliyekirin 3 xalên kontrolê yên veguheztina wan hatine danîn.

8 Çile di navbera Rûsya û Tirkiyê de agirbest bo Idlibê hatibû ragihandin ku 12ê mehê jî agirbest ketibû meriyetê.

Li gorî zanyariyên xwecihî hêzên rejîma Sûriyê piştî agirbestê jî êrîşên xwe yên ser komên çekdarên Idlibê yên Tirkiye piştevaniya wan dike berdewam dikin.

Tê ragihandin ku tenê ji serê sala 2020an ve bi qasî 217 hezar kesan ji ber şer ji Idlibê koç kiriye ku piranî ber sînorê Tirkiyê ve hatine.

Parve bike: