TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya 6 kestiyên xwe yên ser ji Derya Spî û Res vedikisîne

Admin H
Nivîskar
📅 09 sibat 2022 00:40

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya pêkanîna rahênaneke leşkerî de, Rûsyayê biryar daye 6 keştiyên xwe yên şer ji Derya Spî û Reş vekişîne.

Di demeke ku krîza Ûkraynayê dewam bi rêbazên dîplomatîk berdewam dike de, li aliyê din jî pêşandana hêzê didome.

Rêveberiya Moskowê eşkere kir ku di çarçoveya pêkanîna rahênaneke leşkerî de, wan biryar daye 6 keştiyên xwe yên şer ji Derya Spî û Reş vekişînin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê diyar kiriye ku ew pêngava vekişîna keştiyan beriya niha hatiye plankirin û wê tetbîqateke mezin ji Pasîfîkê heta Atlantîkê bê encamdan.

Parve bike: