TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusya, 9 hezar lesker li sînorê Belarusê bi cih dike!

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2022 23:00

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Belarusê, ji bo ku ligel Rusyayê “Qonaxkirina Hêza Hevpar a Herêmî” were damezirandin, dê nêzîkî 9 hezar leşkerên Rus li sînorên wan bên bicihkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Daîreya Hevkariya Leşkerî ya Navneteweyî ya Wezareta Berevaniya Belarusê Valeriy Revenko de li ser hevkariya leşkerî ya Rusyayê agahî hatin dayîn û hat gotin ku

“Wekî parçeyeke grûpbûna herêmî, trênên ku leşkerên Rus veduguhêzin, hêdî hêdî derbasî Belarusê dibin. Ev kirarî, dê çend rojan dewam bike. Hejmara giştî ya leşkeran, dê ji 9 hezaran kêmtir be. Agahiyên zêdetir, dê di rojên pêş de werin parvekirin.”

Di rojên borî de Serokomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko li Minskê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku wan agahiyên îstixbaratê bi dest xistine ku dê Ukrayna êrîşî Belarusê bike.

Lukaşenko diyar kiribû ku di hegera ku NATO êrîşa nukleerî bike de wan ligel Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, biryara “Qonaxkirina Hêza Hevpar a Herêmî” daye.

Parve bike: