TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Agirbesta Idlibê di 24 saetan de 5 caran hat binpêkirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 nîsan 2020 00:02

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku doh 5ê Nîsanê agirbesta Idlibê dîsa hatiye binpêkirin.

Wezaretê ragihand, 5ê Nîsanê agirbest 5 caran hat binpêkirin û şer di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de derket.

Herwiha li gorî zanyariyên dawî, ji destpêka agirbestê ango rêkeftina Moskowê ya 5ê Adarê ve artêşa Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li Idlibê zêde dike û herî dawî jî li herêma Birnas li rojavayê Idlibê xalek ava kiriye ku hejmara giştî xalên Tirkiyê gihîştiye 56an.

Parve bike: