Cîhan
Rûsya amade ye Amerîkayê ziyaret bike
PeyamaKurd- Rûsya li ser daxwaza Amerîkayê ku Donald Trump, Putin dawet kiribû Washingtonê ragihand ku ew amade ne da li ser ziyaretê hevdîtinan bikin. Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Anatoli Antonov li ser mijarê got ku Rûsya her wext bo dawetên weha amade ye. Dema Antonov got “em amade ne di vê mijarê de hevdîtinan bikin”, ragihand ku dê bersiva fermî ji aliyê Kremlinê ve bê dayîn.
Balyozê Rûsya careka din red kir ku Rûsya mudaxeleyê hilbijartina Amerîkayê ya 2016an kiriye.
Di mijara seredana Putin de hêj ji Kremlînê cewabek nehatiye dayîn.