TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya balafira xwe ya bombebaranê da nasîn

Admin M
Nivîskar
📅 17 tebax 2018 20:33

PeyamaKurd- Rûsya balafira xwe ya bombardimanê ya nûjenkirî ya bi navê 22M3M li bajarê Kazanê da nasîn. Piştî merasima sanasîna balafirê, hat şandin bo testên hewayî û bejayiyê.

Rêvebirê bazirganî yê kovara leşkerî  Arsenal Oteçestvayê, Alkesey Lepnkov ji çapemeniya Rûsya re di derbarê balafirê de weha ragihand:

“Di nava sîlihên di balafirê de, ewilî fuzeya seyrê X-32 heye. Sîstema nîşanê û navîgasyornê SVP-24-22 heye. Eger dijmin xwediyê sîstema parastinê ya hewayî be, parastina wan ya fuzeyan hebe û karibin sîstema elektronîk tevlihev bike, balafir di wan şert û mercan de, xwediyê sîstema parastinê ya nû ye.”

Parve bike: