TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Bi alîkariya Tirkiyê çekdarên biyanî têne sandin

Admin H
Nivîskar
📅 26 sibat 2020 20:00

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku Rûsya li ser raporên tîma pisporên Konseya Ewlehiyê ya NY şandina çekdaran bo Lîbyayê bi alîkariya Tirkiyê piştrast kiriye.

Bogdanov di odeya civînê ya Rûsyayê de got: "Tîma pisporan a komîteya Konseya Ewlehîyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî derbarê veguheztina berdewam a çekdarên biyanî bo Lîbyayê bi alîkariya Tirkiyê agahdarî daye."

Rûsya piştî nakokiyên Idlibê yên di navbera xwe û Tirkiyê de vê daxuyaniyê belav dike û Tirkiyê bi alîkarî û şandina çekdarên biyanê bo Libyayê tawanbar dike.

Parve bike: