TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: "Bi navê têkiliyên bi Awrûpa re tistek nemaye"

Admin M
Nivîskar
📅 20 sibat 2021 04:15

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştrast kir ku ew amade ne têkiliyên xwe bi Yekîtiya Awrûpayê re biribirin û got ku bi navê têkiliyan ti tiştekî bi Yekîtiya Awrûpayê re nemaye.

Lavrov di beyana xwe de got ku Josef Borell ê ku niha nûnerê karên derve û ewlehiya YA yê ye, di sala 2019 an de wexta wezîrê karên derve yê Îspanyayê bû gotibû ku Rûsya ya ku dijminê berê yê YA yê bû, car din navê xwe gihand û bû tehdîd. Lavrov weha got:

“Me li ser gotina wî di rêya protokolê de xwest ku rêvebirê Îspanyayê bila gotinên xwe zelal bike lê bersiva ku dane me, gotin gotinên Borell şaş hatine fêmkirin.”

Lavrov got ku di pêşdeçûna têkiliyan de bêhtir fikrên sabît an ku yên berê hene, dibin asteng û weha dewam kir:

“Bi vî awayî zîhniyeta wan derket ortê. Bi çavên biyaniyan li me dinêrin. Bo pirsa rojnamevanên Rûsyayê ku min gotibû em amade ne bo têkiliyên xwe bi YA re bibirin an na de, min bersiva erênî da ji ber têkilî neman. Weka çawa serokê berê yê Amerîkayê Obama got ku têkilî perçe werçe bûn. Her çendîn vê gotinê bo aboriya Rûsyayê gotibû. Di navbera Moskova û Burukselê de mekanîzmayên gelek hevkariyan xerab bûn.”

Parve bike: