TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya bi roketê êrîs kir: 8 kustî û 13 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2023 23:58

PeyamaKurd – Artêşa Rûsyayê li rojhilatê Ûkrayna li bajarê Lymanê, bi roketan êrîş kir û di encamê de 8 kes mirin û 13 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina wezareta karên hundir ya Ûkraynayê; ji bilî 8 kuştî û 13 birîndaran, xaniyekî, avahiya çapxaneyekî û 3 erebe jî şewitîne.

Pêwendîdar tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê şandin ciyê roket lê ketine û birîndaran birin nexweşxaneyan. Parêzgerê Donetskê Pavlo Kyrylenko di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Rûsya, seet di 10.00an de bi gelek roketan li bajarokê me xist. Xaniyekî û kargehekî zerara mezin dîtin.”

Parve bike: