TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya bo 4 welatan seferan dide destpêkirin

Admin M
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2021 02:22

PeyamaKurd – Rûsya ragihand ku di 28 ê mehê de wê seferên balafiran bo welatên Fînlandiya, Vîetnam, Hindistan û Qatarê destpêbike. Parvekirina kirina seferan ji aliyê Navenda Têkoşîna bi Koronavîrusê de bo çapemeniyê hat kirin.

Li gor ragihandina ajansa Sputnikê sefera balafiran di hefteyê de 2 sefer ji Moskova bo Hanoiyê, Delhiyê û Helsînkiyê û di hefteyê de 3 caran bo Dohayê bên kirin. Hem ji Saint Petersburgê bo Helsinkiyê hefteyê du sefer hatine plankirin.

Seferên Qahîreyê di hefteyê de derxistine 5 seferan.

Parve bike: