TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya bo Lîbyayê hisyariyê da Misrê

Admin M
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2020 03:27

PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku Meclisa Nûneran ya girêdayê Hafter ya Tobrûkê biryarekî daye ku Misrê jî bixe nava şerê Lîbyayê û weha got:

“Çareseriya leşkerî bo krîza Lîbyayê nabe. Temamên arîşeyan û pirsgirêkan divê li ser masê bên çareserkirin.”

Zaharova di civîna heftane ya çapemeniyê de got ku halê niha yê li Lîbyayê bi endîşeye. Bi biryara meclisa Tobrûkê, Hafter kiriye ku artêşa Misrê tevlî nava şer dike û bi vî awayî dijberî û pevçûn bêhtir dikeve qada navdewletî. Zaharova weha dewam kir:

“Em bangê li terefan dikin ku îznê nedin halekî xerabtir, divê agirbesekî mayînde bibe, diyalogên di çarçoveya biryarên Konseya Ewlekariyê yên Neteweyên Hevgirtî û biryarên Konferansa Berlînê de bên destpêkirin. Li Lîbyayê çareseriya leşkerî nabe, divê temamên arîşeyan û pirsgirêkan li ser masa muzakereyê bên çareserkirin.”

Parve bike: