Rûsya derbarê operasyona Idlibê bibiryar e
PeyamaKurd - Nûnerê Rûsya yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenza ragihand ku çekdarên li Idlibê xelkê sivîl rehîn digirin.
Vasiliy Nebenza di civîna NY ya di derbarê Sûriyê de axivî û got, “Li Idlibê terorîst êrîşkar tevdigerin û bi milyonan xelkê sivîl rehîn digirin.
Dîplomatê Rûsî ragihand ku çekdarên li Idlibê êrişî dever, gund û bajarên cîranên Idlibê dikin û diyar kir ku her roj agirbest bi dehan caran tê binpêkirin.
Vasiliy Nebenza got ku ji ber vê yekê ne mumkune ev bê qebûlkirin û got ku hikûmeta Sûriyê xwedî wê berpirsyariyê ye ku ji bo yekgirtina welatê xwe têbikoşe.
Li Tehran a paytextê Îranê derbarê rewşa Idlibê de îro Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civînek pêk anîn, lêbelê her sê alî negihiştin tu encamekê û di demeke pêş de li Rûsyayê dê civînek din bê lidarxistin.
Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê amadekariyên rizgarkirina Idlibê dike û heta niha gelek operasyonên esmanî li dijî çekdarên li Idlibê pêk hatin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî îro ragihand ku divê rejîma Sûriyê tevahiya Sûriyê kontrol bike.