TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Di êrîsa Îsraîlê de 4 leskerên Sûrî hatin kustin, 6 jî birîndar bûn

Admin S
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2019 15:14

PeyamaKurd -  Wezareta Berevaniya Rûsyayê derbarê êrîşa moşekî ya Îsraîlê ku şeva borî li paytexta Sûriye Şamê pêk anîbû de, ragihand ku 4 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Wezaretê herwiha diyar kir ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyê, bêhtirî 30 fuzeyên kruz û moşek beriya bigihin armancên xwe ruxandine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê êrîşa Îsraîlê şeva borî ji demjimêr 02:11 heta 02:56an berdewam kiriye.

Artêşa Îsraîlê jî dema êrîşê ragihandibû ku ew armancên Feylaq el Qûds ên girêdayî Îranê bombardiman dikin.

Parve bike: