Cîhan
Rûsya: “Dibe ku Amerîka seranserê Sûriyê bike hedef”
PeyamaKurd - Wezareta berevaniya Rûsyayê ragihand ku, Amerîka hêza xwe ya leşkerî li nav derya Spî zêde kiriye û da zanîn ku, Amerîka dixwaze êrîşekê li dijî Sûriyê pêkbîne.
Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, Amerîka keştiyeke leşkerî ku, bi 28 moşekên Tomahawk barkirî li derya Spî bicihkiriye û xwe ji êrîşa li dijî Sûriyê re amade kiriye.
Herwiha wezareta berevaniyê ya Rûsyayê tekez kir ku, Amerîka dikare hemû navçeyên Sûriyê bike hedef.
Roja çarşema borî jî Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandibûn ku eger rejîma Esed êrişeke kimyewî pêk bîne ew amade û bibiryar in ku bersiv bidin.