TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusya: Dibe ku em santrala Zaporijyayê bigirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 18 tebax 2022 19:02

PeyamaKurd- Rayedarên Wezareta Berevaniya Rusyayê ragihand ku heger êrîşên Ukraynayê yên ku zerarê bidin santrala nukleerî ya Zaporijyayê, ew ê santralê bigirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku heger ji ber êrîşên bombeyî, zerar bigihîje vê santralê, dibe ku ew qada santralê bi temamî bigirin. Bi berdewamî tometên Ukraynayê yên li dijî zerardayîna Zaporijyayê jî hatin redkirin.

Berpirsê hêzên parastina radyoaktîf û kimyasalê yê Rusyayê Igor Kirilov jî di derbarê rewşê de hûrgilî parve kirin. Kirilov da zanîn ku unîteyên piştgiriyê yên santralê, ji ber êrîşan zerar dîtine û di hegera ku qezayek li qadê çêbibe, dê madeyên radyoaktîf, bandora xwe li Almanya, Polonya û Slovakyayê bikin.

Santrala Zaporijyayê, di destên Rusyayê de ye

Santrala nukleerî ya Zaporijyayê ku yek ji santralên herî mezin ên cîhanê ye, di pêvajoya şerê navbera Rusya û Ukraynayê de; di meha adarê de ketibû destên hêzên Rus. Niha jî herdu alî, hev û din bi zerardayîna santralê tawanbar dikin û dîsa herdu alî jî tawanên li dijî xwe red dikin.

Parve bike: