Rûsya dîplomatên xwe ji Ûkraynayê vediksîne
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê biryarê da ku konsolosê xwe û dîplomatên ku di konsulxaneyê de dixebitin ji Ûkraynayê tehliye bike.
Berê Ûkraynayê bang li maslahaguzarê xwe yê li Moskovayê kiribû da here Kîevê û biryara Rûsyayê di pey vê bangê de hat. Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku wê tehliye di wexteka nêz de destpêbike. Wezaret mijara vekişandina dîplomatên xwe weha ragihand:
“Ji sala 2014 an û heya niha, bi sedema tevlihevbûna nav xwe ya Ûkraynayê, konsulxaneyên me yên li Kîevê, Odessa, Lviv û Harkovê êrîş tên ser wan û rêvebiriya Ûkraynayê bi eksa peymana Viyanayê ji bo êrîşan ti bertekekî nîşan nade.
Di bin van şertan de, tiştên em ê ewilî bikin, dîplomatên Rûs, yên konsulxaneya mezin û bi xebatkarên serkonsolosiyê re, em ê bilî bibin. Ji bo parastina canê wan, rêvebiriya Rûsyayê biryara tehliya misyona li Ûkraynayê da. Wê biryar di wexteka nêz de bê bicîhanîn.”