Cîhan
Rûsya: Divê Îran bi me re li Sûriyê bimîne, welatên din vekisin
PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NYyê Vasily Nebenzia ji rojnameya Erebistana Siûdî, Şerqul Ewsatê re axivî û diyar kir sepan û mueyîdeyên Amerîkayê yên li ser Îranê ragêşiyên li herêma Asyayê Rojhilatê zêde dike.
Nûnerê Daîmî yê Dewleta Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vassily Nebenzia li ser mijara Sûriyê axivî û da zanîn ku hebûna Rûsyayê li Sûriyê qanûnî ye û Rûsyê li ser daxwaza Sûriye li herêmê ye.
Herweha Nebenziayî got hebûna Îranê ya li herêmê jî qanûnî ye.
Dîplomatê rûsî Nebenzia teqez kir ku jî bilî hêzên van herdu welatan hemû dewletên ku bêyî vexwendin li herêmê ne, divê ji herêmê vekişin.