TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusya: Em ê nukleera sêalî bi pês bixin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2023 21:30

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu, bi rêya daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê bipêşxistina nukleera sêalî ya ku ji balafirên stratejîk, fuzeyên balîstîk ên nav parzemînî û keştiyên bin avê pêk tê, berdewam bikin.

Sergey Şoygu, di hevdîtina ku bi rayedarên Wezareta Berevaniya Rusyayê re kir de di derbarê sala 2023yan de nirxandinan kir.

Şoygu diyar kir ku ew ê nukleera sêalî ya ku ji balafirên stratejîk, fuzeyên balîstîk ên navparzemînî û keştiyên bin avê pêk tê, bi pêş bixin û got, "Mertala nukleerî, garantorê sereke yê serwerî û yekparebûna axa me ye."

Wezîr Şoygu bal kişand ser armanca wan a sereke û da zanîn ku armanca wan ji bo îsal ew e ku ji bo bipêşxistina şiyanên şer ên artêşa Rusyayê bergirên berfireh bigirin û got ku

"Divê em bi berdewamî ezmûna operasyonê ya artêşa xwe li Ukrayna û Suriyeyê analîz bikin û ji bo amadekirina bernameyên perwerdekirina personel û leşkerî û planên kirîna amûran bi kar bînin.”

Şoygu diyar kir ku Rusya dê bi pêşvebirina kapasîteya xwe ya ji balafirên stratejîk, fuzeyên balîstîk ên navparzemînî û keştiyên bin deryayê ku ew wekî "nukleera sêalî" pênase dike, berdewam bike û got,

"Em ê pêşvebirina nukleera sêalî berdewam bikin û asta amadebûna şer biparêzin. Mertalê nukleer, garantorê sereke yê serwerî û yekparebûna axa me ye. Planên me yên pêşîn, berfirehkirina cebilxaneya xwe ya maşînên êrîşkar ên nûjen e.”

Parve bike: