Cîhan
Rûsya: Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û Ermenistanê amade ne
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Rusya Andrey Rudenko, derbarê proseya asayîbûnê ya navbera Ermenistan-Tirkiyê de ragihand ku Rûsya amade ye navbeynkariyê bike.
Rudenko daye xuyakirin ku wê asayîbûna pêwendiyên Ermenistan û Tirkiye li herêmê ji geşepêdanê re bibe alîkar û got, “Em destpêkirina pêngavên dîyalogê ya navbera Enqere û Êrîvanê de bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”
Herwiha Rudenko got ku ew di her formatê de amade ne di proseya asayîbûna pêwendiyên her du welatan de navbeynkariyê bikin.