Cîhan
Rûsya: Em nizanin bê Sûriye wê perçe bibe an na!
PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yên Rûsyayê Sergei Ryabkov di derbarê pêşeroja Sûriyê de daxuyaniyek da û got ku “Em nizanin bê Sûriye wê perçe bibe an na!”
Piştî ku gelek geşedanên girîng li Sûriyê pêk hatin, daxuyaniyeke balkêş ji Rûsyayê hat. Di derbarê mijarê de Alîkarê Wezîrê Karên Derve yên Rûsyayê Sergei Ryabkov di daxuyaniyê de wiha got: “Ji aliyê yekperçebûna axa Sûriyê ve, em nizanin kû pêvajo wê çawa bimeşe. Gelo em ê bikaribin Sûriyê wekî yek perçe bigirin an na. Em vê yekê baş nizanin.