Cîhan
Rûsya êrişeke berfireh bi sîstema moşekan bir ser Kîevê
PeyamaKurd - Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatine girtin, Rûsyayê di vê êrişê de nêzî 6 moşekên dijî-keştiyan yên bi navê "Zîrkon" ku hatine guhertin, bi kar anîne.
Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko ragihand ku di encama bombebaranê de ziyan gihîştiye avahiyên îdarî, depo û avahiyên sivîlan.
Her wiha hat diyarkirin ku li hinek herêmên rojhilatê Çemê Dnîpro niştecih bê av mane.
Hêzên Hewayî yên Ukraynayê jî da zanîn ku bajarên Dnîpro û Zaporîjya yên li başûrê welat bûne armanca moşekên balîstîk.