Cîhan
Rûsya: Esad agirbest ragihand
PeyamaKurd - Fermandariyê Hêzên Esmanî ya Rûsyayê li Hmeymim a Sûriyê ragihand ku li Idliba ku dike bakurê rojavayê Şamê agirbest hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin, tevî ku êrişên hêzên çekdar berdewam dikin jî agirbest hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de herweha hatiye, ”Hêzên hikûmetê li 13 xalên li Hama, Lazkiye û Helebê tevî k udi bin êrişê de ne biryar dan ku bersivê nedin. Em jî ji rewşê agahdar kirin.”
Hêzên rejîmê bi rêya hêzên esmanî jî 27ê nîsanê berê xwe dabûn başurê Idlibê. Yekîneyên bejahiyê yên rejîmê li Idlibê 25 kîlometre bi pêş ve çûbûn.