Cîhan
Rûsya gaza Letonyayê birî
PeyamaKurd – Şîrketa Rûsyayê ya Gazê Gazprom ragihand ku amadekirina gaza dewleta Letonyayê biriye. Krîza gazê ya di navbera Rûsya û welatên Awrûpa de bi sedema şerê Rûsya û Ûkraynayê dewam dike. Gazpromê ragihand ku Letonya şertê peymana firotina gazê bicîh neaniye lewra şandina gazê rawestandiye. Hem Rûsya dixwaze ku perê gaza wan bi perê Rûsyayê bi Rûble bêdayîn, ne bi dolar. Letonya jî wê yekê qebûl nekiribû.
Gazprom behsa hûrahiya mijarê nekiriye û gaza li Letonyayê tê serfkirin, ji serfiyata enerjiya temamê Letonyayê ji %26 e.