Rûsya: Hedefa me ne welatên sêyemînin
PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Zakharova di konferansa çapemeniyê de ragihand ku hevkariya Rûsya û Tirkiyê ne li dijî welatên sêyemînin.
Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Maria Zakharova, di forma navdewletî ya ciwanan de axifî û got: “Gelek dewlet û welat difikirî ku Amerîka îstîqrar, ewlekarî û serkeftinê bîne dinyayê. Wan Amerîkayê weka ku dê dinyayê rizgar bike, weka Superman rizgar bike dîtin. Ji bo van tiştan exlaqê siyasî û fînansal divê.”
Zakharova got ku tam bi eksa wê; piştî ku bawerî bi Amerîka anîn, şer zêdetir bûn û krîzên navdewletî derketin ortê. Berdevka Rûsyayê behsa dijberiya dîplomatîk ya navbera Rûsya û Yûnanistanê jî kir û got ku hevkariya Rûsya û Tirkiyê, Yûnan jî di nav de, ti welateka sêyemîn naxe hedefa xwe.