Cîhan
Rûsya: Hêvîyeke me ya mezin ji lutkeya Pûtîn û Biden nîne, lê...
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê yekem hevdîtina çaverêkirî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de daxuyanî dan.
Lavrov ji bo lutkeya 16ê Hezîranê ya li Cenevê di navbera Pûtîn û Biden de got, ti hêvîyeke wan a mezin ji lutkeyê nîne, lê dîyalog ji nebûna danûstandinê çêtir e.
Lavrov herwiha da zanîn ku hêj di navbera Amerîka-Rûsyayê de li ser rewşa dawî ya babetên civînê lihevkirin çênebûye, Moskow ji bo îstiqrara stratejîk banga dîyaloga berfireh kiriye.
Wezîrê rûsî di dewamê de jî gotiye, heger Amerîka polîtîkaya xweferzkirinê bidomîne û guh bide propagandayên elîtên amerîkî wê demê tiştek ji lutkeyê dernakeve.