TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: “Îran bi gel û dewlet li dij boykotan hevdeng e”

📅 12 mijdar 2018 01:43

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya ragihand, dewlet û gelê Îranê bona rawestana li ber boykotên li dijî Îranî yên Amerîkayê hevdeng in.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Ryabkov, di hevpeyvîna li gel televizyoneke Îranî de diyar kir: "Nabe em ji bîr bikin ku aboriya Îranê xurt û bi qewet e,  ji ber ku sazî û rêxistinên  aborî û dewletî yên Îranê li hember boykotên  Amerîkayê radiwestin".

Ryabkov herwiha destnîşan kir: "Îran dikare  hin rêçareyan bona rawestana li ber siyasetên  wêran ên Amerîkayê peyda bike".

Sergey Ryabkov, Amerîka di dewama siyasetên xwe yên  timakarane û neberaqil dixweze ku viyan û îrada gel û dewleta Îranê têk bibe, ev armanca wê qet pêk neyê.

Parve bike: