Cîhan
Rûsya ji bo vemirandina agirê daristanan 2 balafiran dişîne Tirkiyê
PeyamaKurd – Balyozxana Rûsyayê ya li Ankara ragihand ku ji bo destekê bide vemirandina şewatên daristanên li Tirkiyê, dê di nêz de 2 balafirên tîpa Be200 bişîne Tirkiyê.
Balyozxane ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û got daxwaza balafiran ji aliyê Tirkiyê de hatiye kirin û her 2 balafir dê di nêz de bigihên Tirkiyê. Balyozxane got:
“Di vî karê zahmet û talûke de ji bo muretebatê balafiran û temamê dezgeyên pêwendîdar em serkeftinê dixwazin. Kengê pêdiviya we hebe, Rûsya bi we re ye.”