TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya kopiya Ayasofyayê li Sûriyê ava dike

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2020 17:03

PeyamaKurd- Rûsya minyatura avahiya muzexaneya Ayasofya ku 24ê Tîrmehê Tirkiyê ew kiriye mizgeft li Sûriyê ava dike û bi vî awayî peyama aştî û dîyaloga nav olan dide Tirkiyê.

Cîgirê Serokê Dumaya Rûsî Vîtalî milonov derbarê mijarê de gotiye, bi Ayasofyaya piçûk a ku li navçeya Sukeylebiye ya Hema ya Sûriyê wê bê avakirin, wê peyama ‘aştî û diyaloga navbera olan’ bê dayîn.

Li gorî medyayê fikrê avakirina Ayasofyaya piçûk ji aliyê Pîskoposê Rûm Ortodoks ê Hemayê Nicolos Baalbakî ve derketiye holê û bo rayedarên artêşa Rûsî hatiye pêşkeşkirin.

Hat zanîn ku wê kopiya Ayasofyayê li ser eraziyeke navçeya Sukaylebiyeyê ku bo kilîseyê hatiye bexşandin bê avakirin.

Parve bike: