TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya li DYA wesiyet kir ku xebatkarên misyona xwe ya li Kievê tehliye bike

Admin M
Nivîskar
📅 25 gulan 2026 22:37

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di wexta bi hemkarê xwe yê DYAyê bi Rubio re axifî û got ku wê rayedarên Kievê li hemberê êrîşên terorê leşkerên Rûsyayê bike hedef û ji ber wê wesiyet kir ku xebatkarên xwe yên di misyona Kievê de tehliye bike.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê mijara axaftina di rêya telefonê de ragihand û got ku li ser fermana serokê Rûsyayê ya Putin, Lavrov gotiye:

“Ji ber dê rêvebirên Kievê di nav axa Rûsya de êrîşê ser xelkê sîvîl bikin, li beranberê wan êrîşan, dê artêşa Rûsyayê êrîşên sîstematîk bike ser beşên leşkerî yên Kievê.”

Lavrov vê agahiyê daye wezîrê karên derve yê DYAyê Rubio. Di axaftinê xwe Rûsya wesiyet kririye ku xebatkarên misyona DYAyê ji payîtexta Ûkraynayê ji Kievê tehliye bikin.

Her dû wezîr her weha li ser mijara Hurmizê û Kubayê jî ji bo çareserî di rêya dîplomasiyê de bibe bi hevre axifîne.

Parve bike: