Rûsya li Lefkose ofîsa weka konsolosxane vedike
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî ji ser kursiyê Neteweyên Yekgirtî bang li dinyayê kir û got komara Kibrisa Tirk nasbikin, Rûsya daxwuyaniyekî da û got ku wê Rûsya ji bo Kibrisê rasterast seferên balafiran deyne û li bajarê Lefkoşe ofîsekî weka konsolosxane veke.
Li Kibrisê ji 10 hezarî zêdetir Rûs îqame dikin û bi aramanca geştiyariyê li Kibrisê ne. Li ser mijarê rojanama Rûs ya İzvestiya weha got:
“Wê ji federasyona Rûsya rasterast seferên balafiran ji bo Kibrisa Tirkiyê destpêbikin û Rûsya li Komara Kibrisê ya Tirk ofîsekî veke ku wezîfa konsulxaneyê bibîne.”
Her çiqas ev nasîneka dîplomatîk nîne jî ji aliyê têkiliyên duqolî de pêngavekî girîng e. Li ser mijarê serkonsuliya Rûsya ya li Kibrisa Rûman daxwuyanî da İzvestiyayê û got:
“Berê di navbera şîrketên hewayî yên Tirkiyê û Kibrisa Tirk li ser babeta seferên rasterast ji bo Kibrisê hat axaftin lê ji axaftinê pêşdetir neçû.”
Rêvebirên Rûsya, Taywanê weka mînak dan û gotin Rûsya bi fermî Taywanê nasnake lê li Taipeiyê ofîsan vekiriye. Heman rêvebir ragihandin ku li Kibrisê jî tiştekî weha heye lê welatên din ne ku Kibrisê naskirine.