TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya li Minbicê dewriyeyên leskerî dike: Mebest…

Admin S
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2019 15:40

PeyamaKurd – Berdevkê Polîsê Leşkerî yê Rûsî li Sûriyê Yusuf Mamatov ragihand ku polîsên Rûsî li Minbicê dest bi dewriyeyên leşkerî kiriye û got ku mebesta dewriyeyan ewlekariya herêma jêr berpirsiyariya wan û veguhestina pêkhateyên çekdar bo herêmên din e.

Mamatov da zanîn ku rêgeha dewriyeyên polîsên Rûsî di dirêjahiya herêma ewlekariyê ya dorûbera Minbicê de ye ku li niştîngehên bakurê Minbicê yên Melmiran, Acami, Elanlı, Elibafarê bi qasî 20-30 kîlometran pê de çûne û dê ev rêgeh bi demê re were guhertin.

Hêjayî gotinê ye, ragihandina herêmên dewriyeya Rûsyayê tê wê wateyê ku hêzên Rûsî derbasî herêmên jêr kontrola hêzên Kurdî bûne.

Parve bike: