TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Me ji 2050 zêdetir tanq û masînên Ukraynayê rûxandin

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 nîsan 2022 20:52

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji destpêka şerê li dijî Ukraynayê û heta niha, ji 2050 zêdetir maşîn û tanqên zirxpoşî yên Ukraynayê rûxandine.

Li gorî agahiyên Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, li lîmanên Ukraynayê 77 keştiyên aîdê 18 dewletan hene û wan derketina van keştiyan a ji lîmanan jî asteng kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka şer ve ji 704 hezaran zêdetir kes hatine veguhestin û ji vê hejmarê 26 hezar kes, di 24 saetên dawî de ji cihên metirsîdar hatine dûrxistin. Her wiha hat diyarkirin ku heta niha wan nêzîkî 10 hezar ton alîkariyên mirovî gihandine Ukrayna, Donetsk û Luganskê.

Parve bike: