TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Me ji Koreya Basûr tu lêborîn nexwestiye

📅 25 tîrmeh 2019 13:34

PeyamaKurd - Rûsyayê ragihand ku wan wan ser derbasbûna esmanê Koreya Başûr ti lêborîn ji wan nexwestiye.

Serokomarîya Koreya Başûr dîyar kiribû ku Rûsya derbarê derbazbûna esmên lêborîn xwestiye.Rêvebirîya Seulê ragihandibû ku balafirên şerî yên rûsî du caran esmanê wan derbazs kirine. Lê Rûsya îdia dike ku wan bi ti awayî esmanê Koreya Başûr derbas nekiriye.

Berdevikê Balyozxaneya Rûsya li Koreya Başûr da zanîn ku îdiaya Koreya Başûr ne rast e.

Hêjayî gotinê ye ku îdiayên ser derbazkirina esmên li herêma giravên Dokdo û Takeşîma pêk hatibû.

 

Parve bike: