Rûsya: Me Nahiyeya Mirnoye ya Ûkraynayê bi dest xist
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê angaşt ku hêzên Rûsyayê Nahiyeya Mirnoye ya li herêma Zaporizhia ya Ûkraynayê xistine bin kontrola xwe.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de di derbarê çalakiyên rojane yên artêşa Rûsyayê yên li Ûkraynayê de agahiyan belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Çekdar ên Rûsyayê li herêma Zaporizhyayê wargehek xistine bin kontrola xwe û wiha hate gotin: "Yekîneyên Leşkerî yên Rojhilat ên li başûrê Donetskê, li herêma Zaporizyayê di encama çalakiyên serkeftî de nahiyeya Mirnoyeyê rizgar kirin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di danê sibehê û êvarê de frokeyên taktîkî yên operasyonê li gel hêzên mûşekî û yekîneyên topavêj ên Hêzên Leşkerî yên Rûsyayê li şêlên leşkerî yên Ûkraynayê xistine û wiha hat gotin:
"Li herêma Odessayê Xala belavkirina demkî ya ji bo bataryaya mûşekan a frokebarandinê ya IRIS-T, xalên sazkirin û azmûnkirinê yên alavên deryayî yên bêmirov, li Prilukiya li herêma Çernigivê Sazgeha Amadekirin û Sazgehê ya Frokeyên Bêmirov û her wiha li 127 deveran xalên leşkerî yên Ûkraynayê rastî hêrişên artêşa Rûsyayê hatin.”