Cîhan
Rûsya: Moskow û Washington nêzîkî serê germ bûne!
PeyamaKurd – Di demeke ku Amerîkayê piştevaniya çekên pêşketî bo Ukraynayê berdewam dike de, Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, ragihand ku niha Moskow û Washington gihîştine asta rûdane şerekî germ.
Li gorî nûçeya ajansa RIA ya rûsî Peskov, îro Pênşemê got ku pêwîste di navbera Amerîka û Rûsyayê de, danûstandinên li ser dirêjkirina peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk (START) bêne kirin.
Herwiha Peskov bal kişandiye ser girîngiya rewşa ewlehiya gerdunî û derbarê şerê Ukraynayê de jî gotiye, divê ‘operasyona taybet a Rûsyayê’ nebe sedema dûrketina ji gotûbêjên peymana STARTê.