Rûsya: Nabe berjewendiyên kurdan li Sûriyê li ber çavan neyên girtin
PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Rûsya li Netewên Yekbûyî (NY) Vasily Nebenzya ragihand, di çarçova guftûgoyên aramkirina rewşa Sûriyê de, nabe berjewendiyên gelê kurd bêne piştguhkirin.
Nûnerê rûsî wisa axivî: “Kurd perçekeyek ji perçeyên Sûriyê ne û di çarçova guftûgoyên aramkirina rewşa Sûriyê de, nabe berjewendiyên gelê kurd bêne piştguhkirin.
Nebenzya da zanîn ku Rûsya mafê serwerî û yêkrêziya xaka Sûriyê diparêze û got, “Rûsya bi heman awayî piştgiriya hemû pêkhateyên Sûriyê dike da ku di warê siyasî de pêşkeftin pêk were. Kurd jî di nava van pêkhateyan de ne.”
Nebenzya wiha dewam kir, “Beşeke mezin a xaka Sûriyê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye kontrolkirin. Lê pirsgirêkên siyasî hêj nehatine çareserkirin. Ev pirsgirêk bi rêbazên leşkerînayên çareserkirin.”
“Pêkan e ku hemû pirsgirêk li ser maseyê bên çareserkirin. Niha ji bo çareseriya pirsan xebatê têne meşandin.”