TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusya: NATO, li dijî me di nav ser de ye!

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2022 20:30

PeyamaKurd- Sekreterê Civata Ewlehiyê yê Rusyayê Nikolay Patruşev, di derbarê rojeva şerê navbera Rusya û Ukraynayê de daxuyanî da. Patruşev da zanîn ku di rastiyê de NATO bi rêyên cuda li hember Rusyayê şer dike.

Nikolay Patruşev, bi rêya daxuyaniyê bal kişand ser helwesta rayedarên NATOyê ya li dijî Rusyayê û îdia kir ku NATO li Ukraynayê li dijî Rusyayê şer dike. Patruşev got,

"Rusya, îro di rizgarikirina xelkê Ukraynayê ya ji Neo-Nazizmê de tenê li dijî pêkhateyên nijadperest û artêşa Ukraynayê şer nake. Di rastiyê de NATO li hember me şer dike û endamên wê yên tifaqê, ji bo Ukraynayê çek û cebilxaneyên giran peyda dikin.”

Her wiha Nikolay Patruşev di dewama îdiayên xwe de got, “Endamên NATOyê, li Ukraynayê li dijî Rusyayê di nav plansaziya operasyonên leşkerî de cih digirin û bi bikaranîna çekên tunekirina girseyan, şantajê dikin lê belê ev şantaj ne gefên vala ne.”

Patruşev, di dawiya daxuyaniya xwe de got ku

“Amerîka û hevkarên wê, li nêzîkî sînorên Rusyayê labaratuvarên çekên biyolojîk danîne û demeke dirêj e di wan labaratuvaran de plansaziyên xwe pêk tînin. Wekî em dizanin, hin laboratuvar li Ukraynayê bi taybetî jî ji bo pêkanîna patojenên xeternak hatin bikaranîn.”

Parve bike: