TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya nehist balafira Alman li baregeha wan deyne

Admin M
Nivîskar
📅 01 sibat 2020 23:16

PeyamaKurd- Dewleta Rûsyayê bi sedema tirsa belavbûna vîrûsa coronayê, balafira Almanya ku ji welatê Çînê dihat û tê de hemwelatiyên Almanya yên ku li Çînê bûn hebûn, xwest li Moskovayê îkmala balafira xwe bike û guhertina muretebatên xwe bike, lê Moskova îzna danînê neda balafirê. Balafira Almanya ya artêşa Almanya ye.

Wezîra bergiriyê yê Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer û wezîrê tenduristiyê Jens Spahn li bajarê Bonnê civîna çapemeniyê kirin û ragihandin ku niha ew kesên ku ji Wûhanê bi balafirê birêketine, ber bi Almanya de diçin.

Kramp-Karrenbauer got ku berê Rûsya îznê daye da balafir li wê derê deyne lê paşî îznê nedane. Di balafirê de 120 kes hene.

Parve bike: