TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya pistgiriya Esed bidomîne maneya Astanayê namîne

📅 30 hezîran 2018 04:15

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku welatê wî ji bo kêmkirina şer li Sûriyê, rêkeftina Astana îmze kir û wan gerentiya opozisyonê kir, Rûsya û Îran jî gerantiya Hikûmeta Sûriyê kir. Lê piştre Amerîka û Rûsya ji bo kêmkirina şer rêkeftinek din kirin.

Mevlut Çavuşoglu diyar kir, ku li gel wê rêkeftinê, Hikûmeta Sûriyê êrîşên xwe berdewam kir û berpirsê wan êrîşan Rûsya û Amerîka ne.

Çavuşoglu da zanîn ku, pêwîste Amerîka û Rûsya rê li ber êrîşên Hikûmeta Sûriyê bigirin û eger rêkeftin werin binpêkirin, wateya pêvajoya çareseriya siyasî jî namîne.

Parve bike: