Cîhan
Rûsya: Qonaxa din a operasyonê dest pê dike
PeyamaKurd-Ji Wezareta Karên Navxwe ya Rûsyayê hat ragihandin ku qonaxa din a operasyonên li Ukraynayê, ji niha û pê ve dest pê dike.
Şerê ku Rûsyayê di 24ê Sibatê de li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, heta îro jî dewam dike. Wezîrê Karên Navxwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser pêvajoya şer da zanîn ku Operasyona taybet a leşkerî ya li Ukraynayê, dê berdewam be. Lavrov got, ‘qonaxa din a şer ji niha û pê ve dest pê dike.’