Rûsya: Sazgeha Baykar a Tirk a li Ûkraynayê sêla me ya rewa ye
PeyamaKurd - Rûsyayê gef li kompaniya Tirk a Baykar Technology xwar û ragihand ku ew ê sazgeha ku wê Baykar ji bo hilberîna frokeyên bêmirov li Ûkraynayê ava bike weke "şêla rewa bibînin.
Parlamenterê Rûsyayê Dmitriy Belik ragihand ku ew ê sazgeha frokeyên bêmirov a Baykar Technology ya Tirk ku wê li Ukraynayê bê sazkirin wek "şêla rewa" bibînin.
Endamê Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya Parlamena Rûsyayê Dmitriy Belik diyar kir ku ev sazgeh wê ji bo Moskowê bibe "şêla rewa" û got ku "Ji ber ku her du welat dikarin di gelek mijaran de hevramanên hev bin, ev rewş wê bandorê li têkiliyên Rûsya û Tirkiyê neke."
Belîk di daxuyaniya xwe ya di malpera Lenta.ru de hatiye weşandin de wiha gotiye: "Ez wisa difikirim ku ev sazgeh wê bandorek gring li pêvajoya şer neke, lê belê her hilberandina alavên leşkerî yên li ser axa Ukraynayê wê ji bo Rûsyayê bibe şêleke rewa."
Parlamenterê Rûsyayê diyar kir ku Tirkiye bi nêzîkatiyeke pragmatîk berjewendiyên xwe yên neteweyî diparêze û ev rewş meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê ye.
Serbazê payebilind ê Rûs Timur Suranovê xanenişîn jî tekez kir, ku kargeha Baykarê jî mîna navendên din ên binesaziya leşkerî yên li Ukraynayê, wê bibe şêla rewa ya artêşa Rûsyayê.syaUkraynabaykar