TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya sîliheka nû da nasîn

Admin M
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2018 01:06

PeyamaKurd-Wezareta karên bergiriyê yê Rûsyayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de, vîdeoya danasîna sîliha xwe ya nû ya bi navê “Penisilin” belav kir. Rûsya sala borî jî behsa vê sîlihê (”1B75 Penisilin”) kiribû lê îsal da danasîn.

Taybetmendiya vê sîlihê ew e ku bi teknolojiya herî dawî hatiye çêkirin û xemilandin. Topên ku ji çeperên dijmin tên avêtin û bergeha guleyan, bê ku radarê bikarbîne, dikare bergehê tesbît bike. Guleyên ku di 25 km yê de tên avêtin, bi xêra sensorên 25 km yî yên di sîlihê de, dikare pêlên dengê guleyên topê fêm bike. Ev tesbîta deng, di nav 5 saniyeyan de çêdibe.

Çêkerê vê sîlihê şîrketa Rostec, hefteya borî ragihand ku hemî testên wê biserkeftin hatine kirin û bo bikeve nava sîstemê amade ye. Dibe ku di sala 2020an de, ev sîlih bo wezareta bergiriyê bê teslîmkirin.

Parve bike: