TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya teklîf kir: Werin em bi hevre bixebitin

Admin M
Nivîskar
📅 16 tebax 2018 22:02

PeyamaKurd- Rêvebirê hevkariya navdewletî û siyaseta herêmî yê şîrketa Rûsyayê ya Rostehê Viktor Kladov ragihand ku ev demeke dirêje di sanayiyê de bi Tirkiyê re di sehayên cuda de, hevkarî dikin û got: “Em amade ne ku bi Tirkiye re, di avakirin û pêşdebirina Ajansa Fezayî ya Tirkiyê de hevkariyê bikin.”

Kladov, di mijara ku wezîrê sanayî û teknolojiyê yê Tirkiyê Mustafa Varank gotibû ku wê di sala 2018an de Ajansa Fezayî ya Tirkiyê bê danîn de, şiroveyan kir. Rosteh teknolojiya sanayî û fezayiyê bipêşdixe û dewam dike. Kladov weha dewam kir:

“Rosteh û saziyên di bin fermana wê de, motoran çêdikin û motor roketên soyûzê di binkeya wan ya fezayê de, dide bicîhkirin. Bo pîlot û astronotan cilên fezayê çêdikin, beşên desteka jiyanê, optîkên bo ji fezayê dinyayê bibînin û alavên ku li hemberê germeka zêde de diberxwe didin, bo kozmonotan çêdikin. Bi şîrketa Rûsyayê re ya sîlihan bi Rosoboroneksport re, bo dewletên dinan alavên fezayê çêdikin û dişînin fezayê.”

Kladov got ku ew bi pisporên dewletên din re, bo dinya ji dûr de bê lêkolînkirin, perwerdeyê didin. Heya niha bi 14 dewletan re ku di nava wan de Brîtanya, Almanya, Îtalya, Çîn, Norweç û Îsweç hene, ji 14 dewletan ji 30yî zêdetir peykên fezayî di binkeyên wan yên fezayê de dane bicîhkirin.

Kladov ragihand ku ew li bende ne da bi Tirkiyê re, di van sehayan de hevkariyê bikin. Şîrketa Rostehê sîwana şîrketên AvtoVaz û KamAZ ê ye ku li Tirkiyê sermaya wan û xebatên wan hene.

Parve bike: